Sahê Evînê
classical

Sahê Evînê

isam haji

0 j'aime5:4923 oct. 2026

Créée avec HeartMuLa

Créez une chanson comme celle-ci

Transformez un prénom, un souvenir ou vos propres paroles en chanson en quelques minutes.

En faire un cadeau

Prompt

Pêjna te me kir, nişkave rabûm ji nivînê Ma xewn e gelo, yan bixwe ye şahê evînê Ew dengê bi nazî, ku me his kir ji du lêvan Mizgîna Memo bû, ku bi bang hate ji Zînê Derdê me giran e, keseran kûr dikişînim Ar e me di dil de, weke Ferhad û Şirînê Perwane li dor xar û kulîlkan, diçin û tên Cobar dimeşin, mêzeke dehlê, li xuşînê Bilbil ku mijûl in bi gulan, şadî û dilgeş Nûroz e gelo cejn e, di nav baxê Risînê? Ev çav û birû, zulf û gulî, gerden û temtêl Bûn pûtê evîndaran, seranser li zemînê Bê dar û çek im, xurde li vê navê vewestim Cergê me disojit, bi hezar pêt û rivînê Bêçare ye dilgirtiyê bejna te, çelengê Xemxwar e, binalîn e, şev û ro dike şînê Qey xewn e gihîştin, ji berê para me pûç e Dilber netê rayê, ne bi lavan, ne bi vînê Çend sal e li min ho veneda, ka were canê Dilnermî rewa ye, tu yî dermanê birînê Pawanê sitêra me, şevên reş diçêrînim Beyhûde şivan im, ne peyê şîv û şevînê Îro ku bi hêvî me, ji dana te şepalê Pîroz be dilo, wa tu ne bêpar î li jînê Da cergê birnîdar, xwe bi şadî bide nasîn Carek bike ferman me bixwîne li civînê Destê te ji min dûr e, gidî bes bike gazî Dilşa ku nejîn tev, xwe mexapîn bi nerînê Torra me giran e, te çi dil daniye serdest Zanim ku serê bête birrîn, nayê kirrînê Ên wek te pirr in, dane riya çûn û nehatê Sed Xanî, Cizîrî, ji vira ta here Çînê Nextê me dizanî, ku ne pertal û dirav e Rabe berî can têkeve, tengala xirrînê Çilkek ji girava guher û şewlên "Cinata" Nadim bi meya Kewser û Sed avê Beqînê Dîlim bi kemenda keleş û xwînmijê serxweş Reşmar e, xwe pêçaye, li pêşmal û kulînê Dergeh li me dadaye, kilît şorre, venabe Ser hilde bi mêranî, were hola teqînê Xemla min çirrand, tazî kirim, dijminê rûreş Midvê, ku tu gurzê kurrê Zalê, veweşînê Pêşmerge xuya ke, binere topên sitemkar Gurmîn e, li ser qada welat, sor e ji xwînê Dinya biheje, dost û neyar tev de bibînin Arê nuxumî gtrr bike, da xweş bide tînê Her kes da bizane, çi ye ev dehke û dîrok Doza merivê Kurd e, kumêtê bibezînê Çargoşe divêtin, ku bide xar û cirîdan Der lîstika dijmin, dibe xîja ferezînê Hingê tu dikarî, ji me doza xwe bixwazî Çaxa wekî Hîlo be, li pelwaz û firînê Sîpan û Sefîn, Dêrsim û Sason û Ararat Tev bûne Etûn, hemberî dijmin pijiqînê Halan e peyapey, me şikand kostek û zincîr Gorî te dibin, da tu bijî Şahê evînê.